Em dixwazin ku hemû rêxistin, partî û tevgerên Kurd, gelê Kurd bi tevahî bi bang bikin ku piştgirî bidin têkoşînên birayên xwe yên li Rojava û Rojhilatê. Pêwîst û acîl e ku her mirovê me van têkoşînan piştgirî bike. Em di rewşeke ku seferberiyê pêwîst dike de ne.
Em gelê xwe bi ruhê seferberiyê bang dikin ku hem li Rojhilatê û hem jî li Rojava piştgiriya têkoşînên birayên xwe bikin û beşdarî wan bibin. Divê her tevgera siyasî ya Kurd, her kesayet û hemû kes bi têgihiştina ku ev pêvajo ji bo doza Kurd û Kurdîstanê pirsgirêkeke jiyan û mirinê ye, li gorî berpirsiyariya xwe tiştê ku dikare bike.
Di van rojên zivistanê yên sar de li Kurdîstanê, em bi piştgirîkirina têkoşîna birayên xwe doza Kurd û Kurdîstanê germ bikin. Bila birayên me, xwişkên me nebin sar. Bila bizanin ku ew ne bi tenê ne.