Gelo pêşketinên li Îranê dê bibin sedema guhertineke tevahî ya rejîmê? Ev ji bo me girîng e. Lê tevî hewldanên erênî û niyeta baş ên serokkomarê nû, di bin rejîma melayan a Îranê de ji bo Kurdan ti pêşketineke erênî çênebûye. Ji perspektîfa me ve, ya girîng ew e ku gelê Kurd di zûtirîn dem de li Rojhilatê Kurdîstanê xwe bi xwe birêve bibe.
Bê guman, armanca me avakirina fermî ya Dewletên Yekîtîya Kurdîstanê yên serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Di rewşa heyî ya Îranê de û di çarçoveya pêşketinên nû de, divê her takekesek û tevgera siyasî ya Kurd di her warî de û ji her alî ve piştgiriyê bide hevwelatiyên me yên hêja û birayên me yên li Rojhilatê Kurdîstanê. Divê em bi qasî ku pêkan be piştgiriyê bidin wan.
Ji bo agahdariya hevwelatiyên me yên hêja û hevkarên me.